MEZLÛM EBDÎ Û TOM BARRACK DÊ ÎRO BICIVIN

Sema Reşid 4 DEMJIMÊR BERÊ

Nûçegihana KANAL8ê ragihand, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî dê îro bi Tom Barrack re bicive.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Nûnerê Serokê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Iraq û Sûriyeyê dê îro li Hewlêrê bicivin.

Her wiha nûçegihana KANAL8ê da diyarkirin, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî bicivin.

Tê payîn Mezlûm Ebdî û Tom Barrack li ser Peymana 29ê Çileyê û pêvajoya entegrasyonê gotûbêj bikin.

Sema Reşid

4 DEMJIMÊR BERÊ