NUMAN KURTULMUŞ Û ŞANDEYA ÎMRALIYÊ CIVIYAN
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş bi Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar re civiya.
Li ser hesabê fermî yê malpera Parlamentoya Tirkiyeyê wêne û daxuyaniyeke derbarê hevdîtina Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş û parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar hat belav kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, di hevdîtinê de, xebata şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, têkiliyên bi partiyên siyasî re hatine çêkirin û pêşketinên di pêvajoya çareseriyê de hatine nîqaşkirin.
Her wiha hat diyarkirin, di civînê de rêziknameyên ku di rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya di Parlamentoya Tirkiyeyê de hatiye damezrandin de hatine behskirin û mijarên têkildarî bi serkeftî temamkirina pêvajoya çareseriyê jî hatin nirxandin.
Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku heta niha di çarçoveya pêvajoyê de pêşketin û serkeftinên girîng hatine bidestxistin û li gorî berpirsiyariyên ku ji hêla saziya siyasî ve hatine girtin encamên berbiçav hatine bidestxistin. Girîngiya kirina xebatên pêwîst di parlementoyê de û bicîhanîna rêziknameyan ji bo bi serkeftî temamkirina pêvajoya çareseriyê" di qonaxa pêş de jî hate anîn ziman.
3 DEMJIMÊR BERÊ