SEROKÊ YNK’YÊ BI TOM BARRACK RE CIVIYA

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Serokê YNKyê Bafil Celal Talebanî roja Duşemê êvarê li Bexdayê bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack re civiya.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi Nûnerê Tyabet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Sûriye û Iraqê Tom Barrack re civiyan.

Di civînê de, ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî beşdar bû, pêşketinên dawî hatin nîqaşkirin û her du aliyan peymana Amerîka û Îranê ji bo parastina aramiya herêmê girîng dîtin.

Her wiha wan tekez li ser pêwîstiya piştgiriya hikûmeta nû ya Iraqê kir da ku ji krîz û zehmetiyan derbas bibe da ku aramiya siyasî, aborî û ewlehiyê pêk were.

Serokê YNKyê Bafil Celal Talebanî nîgeraniya xwe ya li ser têkçûna avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman û got ku rewatî û pêbaweriya hikûmeta heyî tê pirsîn.

Di civînê de li ser mijara enerjiyê hat nîqaşkirin û serokê YNKyê got ku Herêma Kurdistanê dikare bi planeke stratejîk pirsgirêka enerjiyê li Iraqê çareser bike.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ