LI SÛRIYEYÊ ALÎGIRÊN DESTHILATÊ DERKETIN XWEPÊŞANDANÊ

Nûrhat Hesen 3 DEMJIMÊR BERÊ

Li Sûriyeyê alîgirên desthilata niha li dijî alîgirên desthilata berê derdikevin xwepêşandanan û dixwazin ew werin cezakirin û li hinek navçeyan tê xwestin ku alîgirên desthilata berê ji wan navçeyan derkevin.

Nêrîn li ser vê yekê cuda ne, hinek dibînin ku ji mafê welatiyan daxwaza cezakirina alîgirên desthilata berê û bi taybet yên binpêkirin pêk anîne, bikin lê her wiha hinek jî wê yekê bi bilindbûna gotara taîfî binav dikin.

Li bajarê Tedmûrê yê Sûriyeyê, alîgirên desthilata Sûriyeyê ya nû êrîşî mal û milkên alîgirên desthilata Sûriyeyê ya berê dikin.

Li Sûriyeyê pirsgirêka alîgirên desthilata niha û alîgirên desthilata berê heye, ji ber salên qeyranê perçebûneke mezin di nav civaka Sûriyeyê de çê bû û ew yek bi sedema îdolojiyên cuda û binpêkirnên mezin yên li dijî mafê mirovan çê bûye.

Ev xwepêşandanên alîgirên desthilata Sûriyeyê ya nû ne, ew li dijî alîgirên desthilata berê derketine û daxwaza cezakirina wan dikin û hinek jî dixwazin ew ji navçeyên wan derkevin anku koç bikin.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê daxuyaniyek dabû û bang li welatiyan kiribû aram bibin û got, ew wateyê didin xwepêşandanan û ew dê alîgirên desthilata berê yên binpêkirin kirine ceza bikin.

Wezaretê her wiha bang li welatiyan kir, kesên belgeyên wan derbarê binpêkirinên çi kesî de hebin bila yekser rasdestî wan bikin.

Wezareta Navxwe:

  • Me 3, 548 leşkerên desthilata derê girtine
  • Ji wan 214 general hene

Herî dawî Wezareta Navxwe diyar kir, wan di demên dawî de 3 hezar û 548 leşkerên artêşa berê girtine û ji wan 214 general hene.

Gelek çavdêr metirsiyên xwe ji destpêkirina şerê taîfî li Sûriyeyê tînin ziman û bi taybet ku Çavdêrgeha Mafê Mirovan a Sûriyeyê dibêje, îsal zêdetirî 100 welatiyên Sûriyeyê di sûcên taîfî û tesfiyeyê de hatine kuştin.

Nûrhat Hesen

3 DEMJIMÊR BERÊ