NÊÇÎRVAN BARZANÎ BI EBDÎ Û BARRACK RE CIVIYA

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, tevî Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî, bi Nûnerê Taybet ê Trump Tom Barrack re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Sêşemê piştî nîvro pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî Ebdî kir.

Di civînê de pêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê, rewşa Sûriyeyê û hevkariya di navbera Kurdan û Şamê de hatin nîqaşkirin. Nûnerê Taybet ê Amerîkayê tekezî li ser piştgiriya berdewam a welatê xwe ji bo parastina aştî û aramiyê û dîtina çareseriyeke guncaw ji bo pirsgirêkên li Sûriyeyê kir.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku diyalog û têgihîştina di navbera aliyan de û parastina mafên Kurdan û civakên li Sûriyeyê rêya çareserkirina pirsgirêkan e. Di vî warî de, wî hemû hevkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina ewlehî û aramiyê anî zimên.

Her du aliyan, li ser pêşxistina hevkarî û hevrêziyê ji bo têkoşîna li dijî gefên terorê û bidestxistina ewlehî û aramiyê li herêmê axivîn.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ