NÊÇÎRVAN BARZANÎ BI MEZLÛM EBDÎ RE CIVIYA
Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro êvarê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya.
Di civînê de pêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê li Sûriye û herêmê, rewşa Kurdan û pêkhateyên li Rojava, hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û têgihîştina di navbera partiyên Kurdî de, hevrêzî û hevkariya bi Şamê re hatin nîqaşkirin.
Herdu aliyan giringiya berdewamiya diyalogê, parastina aramiyê û misogerkirina aştiyê li herêmê û her wiha şerê li dijî gefên terorê û bipêşxistina hevrêziyê ji bo parastina aştiyê, anîn zimên.
Kanal8
3 DEMJIMÊR BERÊ