MEZLÛM EBDÎ DEST BI GEREKÊ LI WELATÊN EWROPAYÊ DIKE
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mezlûm Ebdî, dest bi gerekê ji derveyî welat dike û ber bi Ewropayê ve diçe. Biryar e ku ew îşev ji bo serdaneke sêrojî bigihe Romayê.
Li gorî +963yê; çavkaniyên Ewropayî eşkere kirin ku Ebdî dê îşev ji bo serdaneke sêrojî here Romayê, ku di dema wê de ew ê rêzehevdîtinên fermî bi rayedarên Îtalayî re bike, di nav de dê kesên ku di dosyaya Sûriyeyê de li Wezaretên Karên Derve û Parastinê û her wiha rayedarên din ên hikûmî bibîne.
Ebdî dê her wiha bi rayedarên Îtalayî re li ser pêşketinên di rewşa Sûriyeyê de û bipêşveçûna pêvajoya veguhêz a ku ji dema hilweşîna rejîma Esed di Kanûna 2014an de li welêt dest pê kiriye, nîqaş bike.
LI gorî +963yê, çavkaniyan jê re gotine ku armanca serdanê ew e ku rêyên baştirkirina hevkariyê û hevrêziyê li ser mijarên siyasî û ewlehiyê û piştgirîkirina hewldanên ji bo bidestxistina aramiyê di qonaxa pêş de bi bidestxistina piştgiriya Ewropayê ji bo peymana ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de hatiye şanenavkirin, were gotûbêjkirin.
Serokkomarê Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şeri di 29ê Çileya sala bihurî de bi Fermandarê Giştî êy HSDyê Mezlûm Ebdî re peymanek şanenav kiribû ku tê de entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav saziyên hikûmeta Sûriyeyê de hatibû destnîşankirin.
Li gorî +963yê; gera Ebdî ya Ewropayê dê Holandayê jî di nav xwe de bigire, ku ew ê vê hefteyê li Den Haagê bi rayedarên Holandayî re bicive.
Îro Fermandarê Giştî yê HSDyê giha Hewlêrê û li wir bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo Sûriye û Iraqê Tom Barrack re civiya. Ebdî bi her du aliyan re li ser pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê, di nav de entegrekirina HSDyê di nav artêşa Sûriyeyê de, nîqaş kir.
2 DEMJIMÊR BERÊ