PARLAMENTOYA TIRKIYEYÊ DÊ XEBATÊN XWE BIDOMÎNE

Kanal8 17/06/2026

Biryar bû betlaneya Parlamentoya Tirkiyeyê di 1ê Tîrmehê de dest pê bike lê dema xebatê ya parlamentoyê hat dirêjkirin.

Biryara fermî ya bipaşxistina betlaneyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê di rojnameya fermî ya Tirkiyeyê de hat weşandin.

Li gorî biryara ku hatiye weşandin, parlamentoya ku biryarbû di 1ê Tîrmehê de bikeve betlaneyê, dê xebatên xwe bidomîne.

Li gorî Xala 93yan a Destûra Bingehîn û Xala 5an a Rêziknameya Navxweyî ya Parlamentoya TirkiyeyÊ, diviyabû parlamento 1ê Tîrmeha 2026an biketa betlaneyê

Di 16ê Hezîranê di Rûniştina 102yan a Desteya Giştî de biryar hat dayîn ku parlamento nekeve betlaneyê û xebatên xwe bidomîne.

Kanal8

17/06/2026