ASLAN: GIRTIYÊN CEZAYÊN WAN TEMAM BÛYE NAYÊN BERDAN

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Newroz Uysal Aslanê da zanîn, cezayên bi sedan girtiyên di girtîgehên Tirkiyeyê de ne bi awayekî kêfî tê dirêjkirin.

Parlamentera DEM Partiyê yê Şirnexê Newroz Uysal Aslanê da zanîn bi sedan girtiyên Kurd ên ku cezayên xwe li girtîgehên Tirkiyeyê temam kirine, bi awayekî kêfî nayê berdan.

Newroz Uysal Aslanê da diyarkirin, rayedarên girtîgehê li şûna ku rêgeza dadperweriyê bicîh bînin, bi awayekî kêfî berdana girtiyan dereng dixin.

Newroz Uysal Aslanê derbarê girtiyeke ku cezayê wê hatiye dirêjkirin wiha axivî: Berdana Saadeddîna ku girtiyek nexweş li Girtîgeha Jinan a Erzincanê, ji hêla rêveberî û desteya çavdêriyê ve cara duyemîn hate redkirin û cezayê wê ji bo şeş mehên din hate dirêjkirin û ev yek bûye cezayek duyemîn û veguheriye rejîmek îşkence, binpêkirina rûmeta mirovan û nêzîkatiya xerab. Dadperwerî û azadî divê bi qanûnê werin misogerkirin, ne bi awayekî kêfî.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ