TEMELLÎ: DESTHILAT DIBÊJE AMADEKARIYÊN ME HENE

Sidar Basut 4 DEMJIMÊR BERÊ

Serokwekîlê DEM Partiyê Sezaî Temellî got, “Desthilat dibêje em amadekariyê dikin lê derbarê naveroka vê amadekariyê de ti agahî negihîştiye destê me.”

Serokwekîlê DEM Partiyê Sezaî Temellî derbarê bêhnvedana Parlamentoya Tirkiyeyê û yasayên derbarê pêvajoya çareseriyê ji KANAL8ê re axivî.

Temellî diyar kir ew li bendê ne di meha tîrmehê de, qanûnên derbarê pêvajoyê pêşkêşî parlamentoyê bên kirin û fermî bibin. 

Amadekariyên desthilata Tirkiyeyê ji bo pêvajoyê

Sezaî Temellî da zanîn piştî hevdîtina ku li Îmraliyê bi Ocalan re hatiye kirin, di çarçoveya nexşerêya nû de, wan nêrîn û pêşniyarên xwe gihandin aliyên peywendîdar û wiha pê de çû: Em li bendê ne ku desthilatdarî di vê gavê de gaveke berbiçav baveje. Ew dibêjin ku amadekariyekê dikin; lê belê derbarê naveroka vê amadekariyê de ti agahî negihîştiye destê me.

Bêhnvedana Parlamentoyê

Temellî derbarê bêhnvedana Parlamentoya Tirkiyeyê jî wiha anî zimên: Hêviya me ev e ku di nav meha tîrmehê de qanûn pêşkêşî parlamentoyê bibe û bibe qanûn. Lê belê, bi pêşniyaznameya ku duh hat dayîn, diyar dibe ku xebatên parlamento heta nîvê meha tîrmehê hatine plankirin. Li gorî vê salnameyê, parlamento dê herî dereng heta 20'ê Tîrmehê bixebite, paşê jî heta 1ê Cotmehê dê bikeve bêhnvedanê.

Egera amadenebûna qanûnan heta meha 7an

Serokwekîlê DEM Partiyê di egere amadenebûna qanûnan heta vê dîrokê jî wiha got, “Ger qanûn heta vê dîrokê amade nebe, parlamento dikare bi banga civîna awarte dîsa bicive û li ser rênivîsê nîqaş bike. Ji ber vê yekê, pirsgirêka muhtemel a di navbera salnameya xebatê ya parlamento û derxistina qanûnê de, dikare bi vê rêyê were çareserkirin.”

Derfetên li pêş pêvajoyê

Temellî derbarê mijarê behsa sê derfetan kir û wiha rêz kir: Li pêşiya me sê derfet hene; Rênivîs dikare heta 20ê Tîrmehê were û bibe qanûn; ger piştî 20ê Tîrmehê bê, bi civîneke awarte dikare were nîqaşkirin; an jî wekî vebijêra sêyem ku em qet naxwazin, ev pêvajo dikare bimîne piştî 1'ê Cotmehê. Bê guman em naxwazin ev yek paş bikeve. Em li bendê ne ku rênivîs di zûtirîn dem de bê parlamentoyê û bibe qanûn.

Sidar Basut

4 DEMJIMÊR BERÊ