LEŞKERÊN TIRKIYEYÊ RÊ NADIN GUNDIYAN VEGERIN GUNDÊN XWE

Sema Reşid 3 DEMJIMÊR BERÊ

Endamê Rêxistina CPTyê Kameran Osman dîmenek belav kiriye ku tê de Leşkerên Tirkiyeyê rê girtine xuya ne û got: Leşkerên Tirkiyeyê rê li ber vegera gundiyên 21 gundên Zaxoyê digirin.

Di 15ê Hezîranê de, leşkerên Tirkiyeyê rê li ber vegera gundiyan bo gundên wan ên li herêmên Sindî û Gulî yên Zaxoyê li gundê Şeranîşê Serû girtin, ji wan re gotin ku gundên wan niha di bin kontrola Artêşa Tirkiyeyê de ne.

Li gorî gundiyan, leşkerên Tirkiyeyê ne tenê ji bo bicihkirina xwe li herêmê baregeheke leşkerî ava kirine, lê di heman demê de di hundirê xaniyên valakirî yên gundiyan de mane.

Sema Reşid

3 DEMJIMÊR BERÊ