BARRACK JI MEZLÛM EBDÎ XWEST KU PEYWENDIYA HSD BI PKK BIBIRE Û HEMÛ KADROYÊN WÊ DERXE

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Kanalên Elerebiyê û Elhedes ên Erebî, behsa naveroka civîna duh a sêalî ya Barzanî, Ebdî û Barrack kir.

Duh Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî Ebdî kir.

Di civînê gelek xalên hevbeş hatin nîqaşkirin, lê tenê mijarên hevkariyê û parastina aramiya li herêmê hate eşkerekirin. Îro herdu kanalên Erebî yîn bi navûdeng, Elerebiyê û Elhedes, behsa hûrgiliyên civîna duh kirin.

Li gorî Elerebiyê û Elhedes, xalên giring ên civînê ev bûn:

Nûnerê Amerîkayî Tom Barrack ji Mezlûm Ebdî xwest ku têkiliyên di navbera şervanên HSD û PKKyê de bibire, hwe wiha hemû kadroyên PKKyê ji deverên Kurdî yên li Sûriyeyê derxe.

Tom Barrack ji Ebdî xwest ku hêzên dijî terorê yên HSDyê beşdarî operasyonên hevbeş ên bi hikûmeta Sûriyeyê re li deverên di bin kontrola Şamê de bibin.

Barrack tekez kir ku pêwîst e berî dawiya vê salê entegrasyona leşkerî ya di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de were temamkirin, her wiha behsa doza lezandina entegrasyona birêveberiyê û hikûmetê di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de kir.

Barrack amaje pê kir ku Washingtonê piştgiriya xwe ya berdewam ji bo Kurdên li Sûriyeyê bi temamkirina van gavan berî dawiya salê ve girê dide.

Ji aliyê xwe ve, Mezlûm Ebdî di civînê de helwesteke erênî der barê daxwazên ku ji hêla Barrack ve hatine pêşkêşkirin nîşan da.

Di civînê de mijara petrolê, lihevkirin û peymanên ji bo kompanyayên Amerîkî yên ku li herêmên Kurdî dixebitin, hate nîqaşkirin. Her wiha li ser pareke HSDyê ji dahatên petrolê hate diyarkirin ku berê ev mijar bi bi Şamê re jî li hev kirine û erê bûye.

Para herêmên Kurdî dê di destpêkê de bi qasî %10ê ji hilberîna zeviyên petrolê be, ku paşê dê were zêdekirin.

Her du aliyan li ser projeyekê ji bo rêvekirin û danaîna boriyekê ji bo veguhestina petrolê ji zeviyên petrolê û parzûngeha Iraqê li Herêma Kurdistanê bo parzûngeha Baniyasê li berava Sûriyeyê nîqaş kirin.

Tê plankirin ku boriya pêşniyazkirî ji herêmên Kurdî yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê derbas bibe.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ