TRUMP: PEYMANA BI ÎRANÊ RE PÊNCŞEMÊ YA ÎNÊ TÊ ŞANENAVKIRIN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ
US President Donald Trump (C) gestures as he addresses the media alongside United States Trade Representative Jamieson Greer (L), US Commerce secretary Howard Lutnick (2L), US Secretary of State Marco Rubio (2R) and US Secretary of Treasury Scott Bessent during a closing press conference at the G7 summit, in Evian, eastern France, on June 17, 2026. A G7 summit is set to take place June 15 to 17 in the French town of Evian-les-Bains near Switzerland and it will be attended by country leaders as well as the EU's foreign policy chief and ministers from Brazil, Canada, the United Arab Emirates and Turkey. (Photo by Mandel NGAN / AFP)

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê got ku ew ê peymana bi Îranê re ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn "zû" şanenav bike, lê destnîşan kir ku roja şanenavkirinê nediyar e.

Trump di civîna bilind a G7yê de axivî û piştî raporên berê yên ku peyman dê roja Înê li Swîsreyê were şanenavkirin got: "Peymana ku me bi Îranê re çêkiriye dê di demeke nêzîk de, sibe, Pêncşemê yan jî dibe ku dusibe roja Înê, were şanenavkirin."

Serokê Amerîkayê besha hevkariya xwe ya "mezin" bi Benjamin Netanyahu re kir, ku bi van axaftinan xwe nerm kir piştî rexneyên wî yên tund ku roja Sêşemê li ser gotibûn."

Trump got, "Ji bo ku ez neheqiyê li Bîbî (navekî serokwezîrê Îsraîlê ye) nekim, ku bi rastî jî ew mirovekî baş e, lê carinan bêhina wî teng dibe. Hevkariyeke me ya mezin heye û nakokiyên me yên li ser Libnanê, "cûdahiyeke biçûk e."

Trump dubare kir ku Washington dê uranyumê ji Îranê "bigire", her çend ew "bêqîmet" be jî.

Serokê Amerîkayê pê de çû û got: "Washington berê kopiyek ji peymana xwe ya bi Îranê re ji bo bidawîkirina pevçûna Rojhilata Navîn ji Îsraîlê re şandiye."

Her çiqas Trump piştrast kir ku têkiliya wî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re baş e jî, wî rexneyên xwe yên li ser kampanyaya leşkerî ya Îsraîlê li dijî Hizbullahê dubare kir û diyar kir ku "ew (Îsraîl) dikarin karekî pir çêtir bikin".

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ