KONSEYA EWLEKARIYA NETEWEYÎ YA TIRKIYEYÊ DÊ ÎRO BICIVE
Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyeyê dê ji bo nîqaşkirina pêvajoya aştiyê, peymana Amerîka-Îranê û pêşketinên li Deryaya Spî bicive.
Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê roja Pêncşemê serokatiya civîna Konseya Ewlekariya Neteweyî ya welatê xwe bike.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, di civînê de dê raporek ewlehiyê li ser pêşveçûna pêvajoya aştiyê were pêşkêş kirin. Rewşa siyasî ya li Sûriye û Iraqê jî dê were nîqaşkirin.
Mijareke din a civînê peymana di navbera Amerîka û Îranê de ye, ku Tirkiye daxwaz dike were bicîhanîn. Konsya Ewlekariyê dê êrişên Îsraîlê yên li ser Libnan û Xezeyê jî nîqaş bike.
Enqereyê nêzîkbûna beşa Qibrisê ya Yewnanî ya Îsraîlê û îmzekirina peymanek leşkerî bi Fransayê re wekî "handana serhildanê" bi nav kiriye û ev mijar dê di civînê de bi berfirehî were nîqaş kirin.
Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyeyê her du mehan carekê dicive da ku li ser mijarên ewlehî û stratejîk nîqaş bike.
3 DEMJIMÊR BERÊ