OLUÇ: NABE ÊDÎ DEM WERE WINDAKIRIN

Sidar Basut 4 DEMJIMÊR BERÊ

Parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç, derbarê amadekariyên qanûna nû û hevdîtinên navbera partiyan de daxuyaniyên girîng dan KANAL8ê.

DEM Partî derbarê pêvajoyê de hefteya bê dê dest bi serdana partiyên siyasî yên opozîsyonê bike.

Parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç diyar kir ku divê qanûn berî bêhnvedana havînê ya parlamentoyê derkeve û li ser metirsiya herêmî hişyarî da. 

Saruhan Oluç derbarê salnameya qanûnî wiha got, “Em giringiyeke mezin didin vê yekê ku ev qanûn berî parlamento bikeve bêhnvedana havînê, bikeve rojevê û bibe qanûn. Ji bo vê jî em difikirin ku nabe êdî dem were windakirin.”

Saruhan Oluç derbarê armanca wan a serdana partiyên siyasî jî wiha pê de çû: Ji bo ku di navbera partiyan de lihevkirineke pêşîn çêbibe, em hevdîtinên cihêreng pêk tînin. Me bi AK Partiyê re hevdîtin kirin. Şandeya me bi Serokê Parlamentoyê re civiya. Di rojên pêş de em ê bi partiyên siyasî yên din re jî hevdîtinan bikin. Ji bo derketina qanûnê, berî her tiştî pir giring e ku di navbera partiyan de li ser naveroka wê lihevkirinek çêbibe.

Oluç da zanîn heke ev lihevkirin bibe dê bi piştgiriya partiyên desthilatdar û yên opozîsyonê, qanûna derbarê pêvajoyê dê ji parlamentoyê derbas bibe. 

Oluç diyar kir, heke encameke erênî derkeve, parlamento dikare berî ku bikeve bêhnvedana havînê vê mijarê çareser bike û got, “Hêviya me ew e ku ev rêzikname di nava meha tîrmehê de bikeve meriyetê.”

Saruhan Oluç bal kişand li ser metirsiyên ji bo pêvajoyê û wiha anî zimên: Heke pêvajo ji bo meha Cotmehê bimîne, dibe ku hemû geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bandorê li vê pêvajoyê bikin. Em difikirin ku di rewşeke weha de girtina encamê dikare bêtir zehmet bibe.

Sidar Basut

4 DEMJIMÊR BERÊ