YEKMAL LI BERLÎNÊ AMADEKARIYA VEKIRINA DIBISTANEKE KURDÎ DIKE
YEKMAL amadekariyan dike ku li Berlînê dibistanek seretayî veke ku dê hem bi Kurdî û hem jî bi Almanî perwerdehiyê bide.
Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (YEKMAL) amadekariyên xwe ji bo vekirina dibistanek seretayî li Berlînê temam dike ku dê hem bi Kurdî û hem jî bi Almanî perwerdehiyê bide. Tê plankirin ku dibistan di sala xwendinê ya 2027-2028an de deriyên xwe veke.
Dibistana ku dê ji hêla YEKMAL ve were damezrandin, dê bi navê Riza Baran, mamoste û siyasetmedarê Kurd ku di sala 2020an de koça dawî kir, were binavkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya, destûrên fermî yên pêwîst ji bo projeyê hatine wergirtin û amadekarî bi piranî qediyane.
Xwendekarên ku beşdarî dibistanê dibin dê dîplomeyên fermî bistînin, mîna yên li dibistanên seretayî yên din ên li Almanya, û dê bikaribin perwerdehiya xwe li dibistana navîn û amadeyî bidomînin.
Riza Baran kî ye?
Riza Baran, siyasetmedar, perwerdekar û çalakvanekî naskirî yê Kurd e ku li Almanyayê ji bo mafên koçberan, pir-çandîbûnê û perwerdehiya zimanê Kurdî têkoşîneke mezin daye. Ew di 19'ê Nîsana 1942'an de li Kırşehirê ji dayik bûye û di 4ê Gulana 2020an de li Berlînê wefat kiriye.
Baran yek ji damezrînerên sereke yên Komeleya Malbatên Kurd li Almanyayê (YEKMAL) bû.
2 DEMJIMÊR BERÊ