DEM PARTÎ DI MEHA ÎLONÊ DE KONGREYA XWE LI DAR DIXE
DEM Partî dê di meha Îlonê ya îsal de pêncemîn kongreya xwe li dar bixe. Tê payîn ku kongre rêziknameya partiyê biguhere û nexşerêya pêşerojê ya partiyê destnîşan bike.
Pêncemîn Kongreya DEM Partî
Cîgirê Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê Elîf Bulutê, ji medyaya nêzîkî partiyê re got ku ew ê pêncemîn kongreya xwe ya asayî di meha Îlonê de li Enqerê li dar bixin.
Gelo navê DEM Partî dê biguhere?
Bulut behsa guhertina navê DEM Partiyê nekir, ku çend meh berê ji hêla medyaya Tirkiyê ve hatibû ragihandin, lê got ku ew ê rêzikname û bernameya partiyê biguherînin û nexşerêyek nû destnîşan bikin.
Di çarçoveya kongreyê de, hevserok, encumena partiyê û encumena rêveberiya navendî têne hilbijartin û tayînkirin.
Kongreya Çaremîn
Kongreya çaremîn a awarte ya DEM Partiyê di sala 2023an de hate lidarxistin, ku berê wekî Partiya Çep a Kesk (YSP) dihat nasîn. Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari wek hevserokên partiyê hatin hilbijartin.
DEM Partî di hilbijartinên 2024an de
DEM Partî di hilbijartinên herêmî yên dawî yên 31ê Adara 2024an de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 73 şaredarî bi dest xist, ku ji wan 11 kes ji kar hatin dûrxistin û li cihê wan qeyûm hatindanîn.
2 DEMJIMÊR BERÊ