MEZLÛM EBDÎ HEVDÎTINÊN XWE YÊN LI EWROPAYÊ DIDOMÎNE
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mezlum Ebdî, ji bo çend hevdîtinên girîng gihîştiye Fransayê.
Ji Rojava ber bi Îtalya, Fransa, Holanda û Belçîkayê
Li gorî agahiyên ku KANAL8ê wergirtiye, Fermandarê HSDyê Mezlum Ebdî, piştî ku du hevdîtin li Îtalyayê temam kir, ber bi Fransayê ve çû û îro dê sê hevdîtinan bi rayedarên payebilind ên Fransî re li welêt bike.
Her wiha çavkaniyekî ji KANAL8ê re got ku Ebdî piştî ku hevdîtinên xwe li Fransayê temam dike, wê biçe Hollanda û bi rayedarên Hollandî re hevdîtinan bike, dibe ku serdana Bruksela Belçîkayê jî bike.
Serdana Mezlum Ebdî ya Ewropayê piştî hevdîtina wî ya li Hewlêrê bi rayedarên Herêma Kurdistanê û Nûnerê Serokê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Sûriye û Iraqê Tom Barrack re tê.
2 DEMJIMÊR BERÊ