NÊÇÎRVAN BARZANÎ BI ENKS'YÊ RE CIVIYA
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) re civiya û giringiya beşdariya Kurdan di pêvajoya siyasî, yasayî û birêveberiyê de ya li Sûriyeyê nîqaş kir.
Di hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina têkiliyên hevbeş û hevkariya bi Şamê re kirin da ku çareseriyeke berfireh ji bo pirsgirêkên siyasî yên çaresernebûyî bi awayekî ku ewlehî û aramiyê biparêze were dîtin.
Herdu aliyan her wiha li ser pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê, rewşa Kurdan û herêmên Kurdî yên li welêt û hilbijartinên dawî yên Encûmena Gel a li Sûriyeyê nîqaş kirin.
Di hevdîtinê de her wiha li ser gefên DAIŞê û tevgerên wê yên dawî li herêmê, giringiya serdana Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Iraq û Sûriyeyê Tom Barack bo Hewlêrê û hevdîtina hevbeş bi Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî re nîqaş kirin.
2 DEMJIMÊR BERÊ