MEHMÛD XELÎL: ME ÊRIŞA LI SER BASA LEŞKERÎ ŞERMEZAR DIKIN

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Cihgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl (Siyamend Efrîn) der barê êrişa li ser basa ku leşkerên Sûriyeyê tê de bûn, peyamek da.

Xelîl êriş şermezar kir û diyar ku wan endamên xwe yê ewlehiyê erkdar kirine ku dest bi lêpirsînên pêwîst bikin. 

Mehmûd Xelîl di peyama xwe de wiha got: "Em bûyera êrişa ku basa leşkerî li gundewarê Hesekê hatiye armancgirtin, şermezar dikin. Di encama êrişê de hejmarek kes birîndar bûne, em silametî û rehetiya bilez ji wan re hêvî dikin."

Xelîl ragihand ku wan endamên xwe yê ewlehiyê erkdar kirine ku dest bi lêpirsînên pêwîst bikin da ku kesên tewanbar eşkere bikin û li gorî zagonên heyî werin sizakirin.

Di dawiya peymana xwe Mehmûd Xelîl piştrast kir ku ew li hemberî hemû kesên ku dixwazin aramiya sivîl xirab bikin; pabendî parastin û aramiya herêmê ne.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ