BARROT BANGA PABENDIYA BI PEYMANÊ LI ÎSRAÎLÊ KIR

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ
2218897237
2218897237

Wezîrê Derve yê Fransayê bang li Îsraîlê dike ku pabendî rêkeftina agirbestê ya li Lubnanê bibe.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot roja Înê bang li Îsraîlê kir ku pabendî protokola peymana di navbera Amerîka û Îranê de hatiye şanenavkirin be, ku rawestandina şer li Rojhilata Navîn, tevî Libnanê, destnîşan dike.

Barrot diyar kir, "Peyman rawestandina şer destnîşan dike û divê hikûmeta Îsraîlê pabendî wê be. Bi taybetî divê Amerîka hemû fişarên pêwîst li ser hikûmeta Îsraîlê bike da ku vê yekê bike."

Ev gotinên Wezîrê Derve yê Fransayê piştî êrişên nû yên esmanî yên Îsraîlê yên şeva bihurî li herêma Nebetiyê ya li başûrê Libnanê hatin.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ