DOSEYAYA RAKIRINA PARÊZBENDIYÊ JI SER OZEL JI PARLAMENTOYÊ RE HAT ŞANDIN
12 dosyayên rakirina parêzbendiya 12 parlamenteran, di nav de jî Serokê CHPyê yê ji erkê wî dûrxistî Ozgur Ozel heye ji Parlamentoyê re hatin şandin.
Li gor agahiyên der barê rakirina parêzbendiya parlamenteran ku ji aliyê Serokkomariyê ve hatine amadekirin, ji Serokatiya Parlamento û Komîteya Hevbeş a ji endamên Komîteyên Destûra Bingehîn û Dadê pêk tê re hatine şandin.
Di nava dosyayên Serokê CHPyê yê ji erkê wî dûrxistî Ozgur Ozel, 8 parlamenterên CHPyê, Parlamenterekî İYÎ Partiyê û Parlamenterekî Partiya Rêya Nû jî heye.
Hat diyarkirin ku 2 dosyayên din jî yên rakirina parêzbendiyê yên Ozgur Ozel û Mustafa Sarigul hene.
Piştî ji aliyê komisyona hevbeş ve, ew dosyana hatin nirxandin, dê ji bo wergirtina biryara dawî ya rakirina parêzbendiyan an jî ranekirina parêzbendiyê, dê ji Birêvebriya Giştî ya Parlamentoyê re were şandin da ku ew bi nav parlamentoyê de deng li ser bidin.
2 DEMJIMÊR BERÊ