FEDILELLAH: GOTINÊN TRUMP LI SER ŞERÊ LIBNANÊ BI DESTÊ SÛRIYEYÊ, XAV IN
Parlamenterê Hizbullahê di parlamentoya Libnanê de Hesen Fedilellah di hevpeyîvîna xwe de ya bi televîziyona Elmeyadîn re ragihand ku gotinên Serokê Amerîkayê Donlad Trump ên ku Serokê Sûriyeyê dikare şerê Hizbullahê bike, xav in.
Fedilellah dewam kir û got: "Dema ku (Serokê Amerîkayê Donald) Trump daxuyaniyeke wisa dide, ew berî her tiştî, bêkêrbûn û têkçûna Îsraîlê piştrast dike. Her kesê ku angaştên berevajî dike, divê bi baldarî gotinên Trump bixwîne."
Der barê gotinên Trump bo Îsraîlê jî wiha got: "Wî çi got der barê bêkêrbûna Îsraîlê ya ji bo bidestxistina serkeftineke biryardar di şerê Libnanê de? Ji ber vê yekê, ew di navbera Sûriye û Libnanê de nakokiyan çêdike. Em vê senaryoyê, nemaze ji ber rewşa herêmî ya heyî, gengaz an ne gengaz nabînin. Ew ji bo hemî Libnanê û ji bo Sûriyeyê gef e. Ew hewldanek e ku bela Sûriyeyê ber bi Libnanê ve û bela Lubnanê ber bi Sûriyeyê ve biguhezîne, da ku herdu gel û herdu welatan qels bike.
Di dawiyê behsa bêwatebûna axaftinên Trump kir û got: "Lê belê, ev senaryo dê di hişê Trump de wekî xeyal bimîne. Ew ê nikaribe wê bi cuh bîne ji ber ku ew dixwaze tevahiya herêmê bikişîne nav vê pevçûn û nakokiyê."
2 DEMJIMÊR BERÊ