HEYA NIHA PIRSGIRÊKA KEHREBAYA HESEKÊ NEHATIYE ÇARESERKIRIN

Kovan Hemîd 3 DEMJIMÊR BERÊ

Li bajarê Hesekê û gundewarên wê pirsgirêka kehrebayê hîna nehatiye çareserkirin. Ew kehrebaya didin Hesekê û gundewarên wê gelekî kêm e.

Pirsgirêka kehrebayê li bajarê Hesekê û gundewarên wê berdewam dike. Her wiha tora kehrebayê gelekî ziyan dîtiye, trans hatine dizîn û xetên kehrebayê xirab kirine.

Kompanyaya Giştî ya kehrebayê ya Hesekê li gorî derfetên xwe ji bo pirsgirêkên kehrebayê çareser bike, dest bi xebatê kiriye.

Gerînenderê Kompanyaya Kehrebayê ya Hesekê Endezyar Selah Hesen ragihand, Hesekê û gundewarên wê kehrebayê ji bendava Firatê werdigirin. Pêdiviya Hesekê û gundewarên wê bi 500 mêgawat heye lê tenê 40-50 mêgawat digihe Hesekê.

Kompanya hewl dide kehrebayê li ser saziyên xizmetguzariyê û herêmên zêdetir pêdiviya wan bi kehrebayê heye, belav dike. Her wiha Kompanya çend saetan kehrebayê dide gundên Hesekê û hinek tax li Hesekê hene ku kehrebayê nagihê wan, ji ber ku xetên kehrebayê xirab bûne.

Li gorî Gerînenderê Kompanyaya Kehrebayê ya Hesekê ji sedî 25 torên kehrebayê li bajarê Hesekê xirab bûne û ji ber dizî û xirabkirinê rawestîne, lê ew dikarin pirsgirêkê çareser bikin û kehrebayê bikişînin taxên ziyan dîtine.

Kovan Hemîd

3 DEMJIMÊR BERÊ