BILINDBÛNA BIHAYA MAZOTÊ BANDOR LI ÇANDINÎ Û MADEYÊN BINGEHÎN KIRIYE

Kovan Hemîd 3 DEMJIMÊR BERÊ

Cotkar û xwediyên patozan ên Kobaniyê bi destpêkirina werzê çinîna genim û ceh re zehmetiyên peydakirina mazotê û bilindbûna bihayan dikişînin.

Bajarê Kobaniyê di van demên dawî de, ji ber kêmbûna mazotê û bilindbûna bihaya wê, rûbirûyê krîzekê bûye û ev yek bandoreke rasterast li ser beşa çandiniyê û karûbarên bingehîn kir û bû sedema zêdebûna lêçûnên hilberînê û bilindbûna bihayê xurekê, bi taybetî jî nan.

Çotkar û xwediyên alavên çandiniyê diyar kirin, bilindbûna bihayê sotemeniyê û kêmbûna mazota berdest bandor li ser hemû qonaxên karê çandiniyê kiriye, ji cotkirinê bigire heya avdan û çinînê, heya veguhestin û bazarkirina hilberan.

Li gorî Çotkar û xwediyên alavên çandiniyê, her çend barana zêde ya îsal alîkariya kêmkirina pêwîstiya avdanê kiribe jî, lê cotkar ji bo misogerkirina pêdiviyên hilberîna çandiniyê bi dijwariyên mezin re rûbirû ne.

Her wiha bilindbûna bihayê mazotê û nebûna wê bi têrkerî, dê ji bo gelek xotkaran zehmetî çêkirine ku berhemên xwe av bidin û pêwîstiyên xwe peyda bikin, vê jî bandoreke neyînî li ser hilberîna çandiniyê kiriye.

Li Kobaniyê bihayê pêdiviyên çandinî û çinînê bi awayekî berbiçav bilind bûye, ku bihayê tûrekî vala yê genim an ceh digihe nêzîkî 2,5 dolarî û her wiha bihayê tov, zibil û hemû pêdiviyên din ên hilberînê jî bilind bûne.

Pê re jî bihayê kirîna genim ne li gorî lêçûnên çotkaran e, nemaze ku hin ji wan tovê genim bi bihayê digihe nêzîkî 500 dolarî ji bo her tonê kirîne.

Kovan Hemîd

3 DEMJIMÊR BERÊ