BULDAN: PARLEMENTO DIKARE YASAYA PÊVAJOYÊ DI PÊNC ROJAN DE DERXÎNE

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Endama şandeya Îmraliyê ragihand, dirêjbûna Pêvajoyê metirsiyan bi xwe re tîne û got: "Heger bê xwestin dikarin di nava pênc rojan de yasaya çarçoveyê li parlementoyê derxînin."

Parlementera DEM Partiyê û Endama Şandeya Îmraliyê Pervin Buldan der darê "Pêvajoya Çareseriyê" bersiva pirsên malpera Yetkîn Report a Tirkî da û ragihand: "Her ku Pêvajo dirêj dibe û gav nayên avêtin, metirsî zêde dibin." Der barê yasaya çarçoveyê jî dazanîn û got: "Heger bê xwestin parlemento dikare di nava pênc rojan de yasayê derxîne, ji xwe dê ji 7 an 8 madeyan pêk were û heger parlemento bikeve betlaneyê jî, dikarin bi civîneke awerte yasayê derxînin."

Buldan liser pirsa "Gelo ji aliyê Qendîlê ve kesên li dijî Pêvajoyê hene?" Got: "PKK di qonaxa xwehelandinê de ye û dest bi çekdanînê jî kiriye, her wiha girêdana xwe ji Abdullah Ocalan re nîşan daye û wî weke danûstakarê sereke bi nav kiriye. Ez bawer nakim ku di vê qonaxê de ti pirsgirêk di nava rêxistinê de derkeve."

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ