LI BER DERGEHÊ SÊMALKAYÊ ZAROKEK WINDA BÛ
Zarokê bi navê Mîran Dêrsim ê 7 salî, dema bi malbata xwe re xwestiye di rêya Deriyê Sêmalkayê re ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kudistanê bibin, winda bûye û heya niha jî pêngava lêgerînê li derdora Sêmalkayê berdewam dikin.
Li gorî agahiyên KANAL8ê ku ji Malbata Mîran wergirtine, malbat duh serdana Deriyê Sêmalka kiribû da ku ji aliyê Rojava derbasî Herêma Kurdistanê bibe û di wê navberê de Mîranê 7 salî winda bûye û wan nizanîbû gelo ketiye nav avê yan hatiye revandin, lê li gorî agahiyên dawî ku malbatê ji KANAL8ê re bi par ve kir, ew guman dikin ku li ber ava çem çûye.
Tîmên berevaniya şaristaniyê bi dirêjahiya 7 kîlometreyan dest bi lêgerînê kirine, lê ti encame bi dest nexistin.
Îro ji ber ku bêhinvedan e, ti destûrên fermî nînin ku saziyên têkildar lêgerîna xwe bikin, ji ber vê yekê malbat û niştecih îro bi xwe dest bi lêgerînê kirine.
Mîran Dêrsim ji gundê Til Xenzîra Amûdaya Rojavayê Kurdistanê ye û ji ber nexweşiya xwe ya otîzmê serdana pizîşkên xwe yê taybet li Qamişlo kiribûn û malbat bi xwe li Parêzgeha Duhokê niştecih bûne.
4 DEMJIMÊR BERÊ