BAKAN: NAVENDA ÇARESERIYÊ NE ÎMRALÎ Û NE JÎ QENDÎL E

Sidar Basut 3 DEMJIMÊR BERÊ

DEM Partî der barê "Pêvajoya Çareseriyê" dê dest bi serdana partiyên dijberiyê bike. Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Murat Bakan, li ser navê Ozgur Ozel û tîma wî, helwesta partiya xwe, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd anî zimên.

Bakan wiha behsa pirsa Kurd kir: "Em, wek birêz Ozgur Ozel û tîma wî, ji dil dixwazin ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Me her dem parast ku ev pirsgirêk divê li ser bingeheke rewa û demokratîk were çareserkirin. Ji ber vê yekê, me avakirina Komisyonê ya parlamentoyê rast dît, da ku hemû mijar di wê Komisyonê de werin nîqaşkirin û bi encamên wê re, vîneke çareseriyê li welat şêwaz bigire."

Behsa rêyên çareseriyê yên navxweyî kir û got: "Li gorî me, navend û navnîşana çareseriyê ne Îmralî ye, ne Qendîl e û ne jî ew hevdîtinên ku berê li Osloyê hatine kirin in. Navnîşana rewa ya çareseriyê, di bin sîwana Encûmena Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de ye. Ew danûstandin ne ku nûnerên bijartî yên gel bi rê ve dibin. Me jî bi vê nêzîkbûnê cihê xwe di Pêvajoyê de girt û ji dil piştgirî da wê."

Bakan behsa rewşa Tirkiyeyê kir û got: "Em vê yekê jî baş dizanin; heya ku li Tirkiyeyê demokratîkbûn û dewleta yasayê ava nebe, ti pirsgirêk bi awayekî mayînde çareser nabe. Di sîstemeke otorîter de ne pêkan e ku ne Kurd, ne Tirk û ne jî ti komên din ên etnîkî yan baweriyê xwe azad bixwînin. Ji ber vê yekê, armanca me ya pêşîn dabînkirina demokratîkbûnê ye."

Bakan amaje bi giringiya çareserkirina pirsa Kurd kir û bi rewşa CHPyê ve girê da û got: "me bi diyarkirina ku heger pirsgirêkên lezgîn ên welatiyên Kurd hebin em amade ne li ser biaxivin û çareseriyê peyda bikin, xwe tev li vê Pêvajoyê kir.
Lê îro, wêneyekî bihêz derdikeve holê ku desthilatdarî tenê ji bo parastina paşeroja xwe ya siyasî tevdigere. Dema ku avakirina Komisyonê, pêvajoya çekdanînê, hevdîtinên tên kirin û di heman demê de operasyonên darazê yên li dijî Partiya Gel a Komarî bi hev re tên nirxandin, ev nîşan dide ku ev gav hemû, tevî hewldanên guhertina birêveberiya CHPyê bi destê darazê, perçeyek ji stratejiya birêz Erdogan e da ku desthilatdariya xwe bidomîne."

Sidar Basut

3 DEMJIMÊR BERÊ