KILIÇDAROGLU DERBARÊ RAKIRINA PARÊZBENDIYA DEMÎRTAŞ AXIVÎ

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Serokê CHPyê yê bi biryara dadgehê vegerandî ragihand, ew ne poşman e ku ji bo rakirina parêzbendiya Selahattîn Demîrtaş deng daye.

Serokê CHPyê yê bi biryara dadgehê vegerandî Kemal Kiliçdaroglu got ew ne poşmane ku ji bo rakirina parêzbendiya Demîrtaş deng daye û li hemberî vê yekê Parlementerek DEM Partiyê jî bertek nîşan da û got, em jî poşman in ku me di hilbijartina serokomariyê de pişgiriya Kiliçdaroglu kir.

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê bi biryara dadgehê vegerandî Kemal Kiliçdaroglu, di hevpeyvînek de di gel Sozcu TVyê, di derbarê pirsekî liser rakirina parêzbendiya Selahattîn Demîrtaş di sala 2016an de ragihand, ez ne poşman im ku min di derheqê Selahattîn Demîrtaş de biryara rakirina parêzbendiyê daye, her kesekî ku dosyeya wî ji bo rakirina parêzbendiyê were parlementoyê, divêl i hember darazê bê tawaniya xwe biselmîne.

Li hember van gotinên Kiliçdaroglu, Parlementerê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirrî Sakik bertekê nîşan da û li tora X'ê ragihand, Kiliçdaroglu kesekî bê heya û hîlebaz e, em jî poşman in ku me di hilbijartina serokomariyê de dengê xwe da wî.

Di sala 2016an de bi piraniya dengê parlementerên Ak Partî û CHPyê parêzbendiya hevserok û hejmarek parlementerên HDPyê hatibû rakirin û piştre jî hatibûn girtin.

Di hilbijartina serokomariyê ya sala 2023ê de jî, DEM Partiyê li hember Receb Tayyîp Erdogan piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu kiribû.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ