TAYBET - TORUN DERBARÊ NAVEROK Û DÎROKA QANÛNÊN JI BO PÊVAJOYÊ AXIVÎ
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Kanî Torun derbarê naveroka qanûnên ji bo pêvajoyê û dîroka wê ji KANAL8ê re axivî û got, "Ne bawer im amadekarî pir dem bigirin."
Nîqaşên li ser rêziknameyên qanûnî yên ji bo vegera ji derveyî welat û şertên danîna çekan, di rojevê de ye.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Kanî Torun, balê dikişîne ser çarçoveya vê qanûnê û bi taybetî her du xalan derdixe pêş.
Torun tîne ziman ku ji bo atmosfera siyasî û rûbirûnebûna provokasyonan beriya hilbijartinan, divê ev gav herî dereng heta dawiya meha Tîrmehê bê avêtin.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Kanî Torun derbarê rêziknameyên qanûnî yên ji bo pêvajoyê bên derxistin ji KANAL8ê re axivî.
Kanî Torun da diyarkirin ku ew ne di wê baweriyê de ye amadekariyên qanûnî pir dem bigirin û wiha pê de çû: Heke qanûnan bînin Meclisê, ez difikirim ku wê di hefteyekê de ji komîsyonê derbas bibe û hefteya din jî di Lijneya Giştî de were pejirandin. Li vir tiştê giring ew e; ev amadehî wê kengî û bi çi naverokê were amade kirin.
Kanî Torun bal kişand naveroka qanûnan û wiha anî zimên: Li ser rêziknameyekê radiwestin ku ji bilî kadroyên payebilind ên rêxistinê rê li ber vegera endamên din a ji bo Tirkiyeyê vedike. Tê nîqaşkirin ku bi pêkanînek wekî pênc salên azadiya bişert, derfet bê dayîn ku mirov çekan deynin û werin Tirkiyeyê.Ji bo hin navên din jî tê gotin ku li dervayî welat rêziknameyên hiqûqî yên cuda tên plankirin. Çarçoveya qanûnî ya ku tê hêvîkirin, bi giştî ev e.
Torun li ser hilbijatinan jî da zanîn ku dibe ku ne ewle be yekser piştî derketina qanûnê biçe hilbijartinê û got, “Ji bo ku civak û siyaset xwe li gorî vê rewşa nû ava bikin, demeke diyar hewce ye.”
Torun ji bo derketina qanûnan bal kişand meha Tîrmehê û got, “Ji ber vê yekê, girîngiyeke cuda ya qanûnîbûna vê rêziknameyê beriya dawiya meha Tîrmehê heye. Heke hilbijartin sala bê werin kirin, ev mijar dê di nav raya giştî de bi demê re asayî bibe û tundiya nîqaşan kêm bibe. Bandora provokasyonên gengaz jî dê sînordar bibe. Atmosfera siyasî dê normal bibe û di jîngeheke aramtir de ber bi hilbijartinan ve gavan bavêjin. Her wiha, heke fikarên desthilatdariyê li ser lêçûnên siyasî yên gengaz ên ji vê pêvajoyê hebin, ez difikirim ku ew ê bi demê re kêm bibin.”
2 DEMJIMÊR BERÊ