ŞAR JI BO KURMANCÎ HAT WERGERANDIN

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Romana bi navê ‘Şar’ a nivîskarê Kurd Husên Arif, ji aliyê Weşanxaneya Avestayê bi zaravayê Kurmancî hat weşandin.

Şikriya Salih û Firat Kelehkî pirtûka ‘Şar’ ji zaravayê Soranî wergerandin ji bo zaravayê Kurmancî.

Damezrînerê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn li ser hesabê xwe yê Xê got, “Serpêhatiya wergera kurmanciya vê romanê pir dûdirêj e, ji çaryek sedsalê bêhtir e. Sala 2000î ev roman hate wergerandin. Şikriya û Firat berî wê çend wergerên din kiribûn û me çap kiribûn. Bi qaçaxî li vir diman. Piştre qerar dan vegerin Kurdistanê, Hewlêrê. Deftera ku werger lê hatibû nivîsîn, nedidîtin. Paşê hat dîtin, vê carê jî kêmasiyên din derketin. Werhasil werger temam bû, me da çapê. Di wê navê de me ferq kir ku navê wergêrek li ser bergê nehatiye nivîsîn. Berê me navê wergêran li ser bergê nedinivîsand. 10-15 salên dawî em dinivîsin. Tevî ku me rast kir jî dîsa wisa derket. Bo vê kêmasiyê em lêborînê ji Şikriya Salih dixwazin. Di nava kitêbê de nav heye, problem tune, gerek li ser bergê jî heba. Wek ku piştî ewqas sal kitêbê nexwest bêkêmasî derkeve, bi me re inyad kir.”

Peyama Keskîn a derbarê wergera pirtûkê de nîşan dide ku ji bo wergerê ji gelek merheleyên zehmet de derbas bûne.

Hisên Arif, di romana “Şar” de, çîroka jiyaneke hevpar vedibêje ku tê de her odeyek cîhanek e û her cîranek, parçeyek ji canê yê din e.

Ev berhem, belgeyeke zindî ya hilweşîna hêlînên kevin û lêgerîna nasnameyê di nava kolanên teng de ye. 

Di vê pirtûkê de behsa xaniyekî kevin ê Taxa Serşeqamê ya bajarê Silêmaniyê ya civaka kurdan a ku di nîvê sedsala bîstan de di navbera kevneşopî û nûjeniyê de asê maye vedibêje.

Di romanê de, karakterên weke di bin baskê “Şahjina Heqanetê” Metê Helîm de, karakterên mîna Sabîrê himal, Heme Eliyê meaşxwer û Xawera nanpêj, hewl didin ku keştiya xwe ya şikestî di nava deryaya bipêl a “Şar” de li ser avê bihêlin.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ