LI EFRÎNÊ CIWANEK HAT REVANDIN 

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Ciwanek ji gundê Qîbarê yê Efrînê hat revandin û bi demjimêran îşkence lê hat kirin.

Çavkaniyan ev bûyer bi parvekirina agahiyên li ser destbisergirtina mal û milkên şêniyan ve girêdan.

Ji bo rawestandina binpêkirinan û vegerandina milkên niştecihên resen bang li aliyên têkildar hat kirin.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin,  ji malbata Nehlê ya bi eslê xwe ji Idlibê ye heya niha çar malbat li gundê Qîbarê yê Efrînê dest danîne ser çar malên şêniyên gund.

Çavkaniyan dane zanîn, tevî giliyên gundiyan û daxwazên wan ên vegerandina milkên xwe lê ew malbat ji malên wan dernakevin.

Li gorî çavkaniyan, ji malbata navborî çar kesan red dikin malên gundiyan vegerînin, lê yê din li beramberî vegerandina malê, 3 hezar dolarî ji xwediyê malê dixwaze.

Li gorî agahiyan, duh roja îniyê malbata ji Idlibê, ciwanek revand û îşkence lê kir, piştre berdan. Gundiyan dane zanîn, ew ciwan bi hinceta ku agahî derbarê dest bi ser girtina malan li ser medyaya civakî parve kiriye hate revandin.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ