MEZLÛM EBDÎ DÊ ALÎKARIYA YANEYA CÎHAD BIKE
Rêveberiya yaneya werzişê ya Cîhad ku beşdarî Lîga Ciwanan a Sereke ya Sûriyeyê ye ji Mezlûm Ebdî daxwaza alîkariyê kiribû û Mezlûm Ebdî bersiva yaneyê da.
Rêveberiya yaneya werzişê ya Cîhad a beşdarî Lîga Ciwanan a Sereke ya Sûriyeyê dibe ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî xwest, alîkariyê bidin tîma wan.
Tîma Cîhad a Qamişloyê li ser malpera xwe diyar kir, li ser daxwaza rêveberiya yaneyê Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî bersiv da û diyar kir dê heta dawiya pêşbirka lîgê hemû lêçûnên tîmê bide.
Lijneya rêveberiyê ya yaneya Werzîşê ya Cîhad, spasiya Mezlûm Ebdî kir û got, “Em ji bo helwesta wî ya hêja û piştgiriya wî ya comerd, ku dê bandorek erênî ya girîng li ser xurtkirina aramiya tîmê û bilindkirina moralê lîstikvan û rahêneran di seranserê pêşbirkê de bike, pêşkêş dikin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin Ofîsa Fermandarê Giştî ya Mezlûm Ebdî klub agahdar kiriye, piştî vegera Mezlûm Ebdî bo welêt dê hevdîtinek bi yaneyê re bike.
Hat diyarkirin, ev civîn dê pirsgirêkên ku hatine raberkirin çareser bike û rêyên ji bo bêtir piştgirîkirina yaneyê bikole.
Lijneya rêveberiyê ya yaneya Werzîşê ya Cîhad got, “Em vê destpêşxeriya comerd, ku girîngiya sekinandina li kêleka yaneyên werzîşê û ciwanan destnîşan dike, pesin dikin. Em ji General re serkeftinên berdewam û ji tîma ciwanan a Cîhadê re serkeftin û encamên bi rûmet ên ku li gorî dîroka yaneyê û alîgirên wê yên dilsoz in, dixwazin.”
4 DEMJIMÊR BERÊ