MEDYAYA ÎRANÊ: TENGAVA HURMIZÊ GIRTÎ YE
Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ
Medyaya Îranê ragihand, Tengava Hurmizê ya ku li başûrê welêt e ji bo hemû keştiyan girtî ye.
Ajansa Nûçeyan a Fars daxuyaniyek ji rayedarekî leşkerî yê ku navê wî neda weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tengava Hurmizê girtî ye û heta ku Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran daxuyaniyek duyemîn bidin, destûr nayê dayîn ku tu keştî derbas bibin.
Duh, daxuyaniyek ji Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiya, ragihand ku ji ber nebicîhanîna erkên Amerîkayê yên peymanê û êrişên berdewam ên Îsraîlê li ser iubnanê, Tengava Hurmizê ji bo keştîvaniyê hatiye girtin.
Kanal8
3 DEMJIMÊR BERÊ