LI KOBANÎ FESTÎVALA ZAROKAN A ŞANOYÊ DEST PÊ KIR

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobaniyê bi hevkariya baxçeyên zarokan Festîvala Zarokan a Şanoyê dest pê kir.

Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li Kobanê, Festîvala Zarokan a Şanoyê di dewreya xwe ya yekem de tê lidarxistin û armanca wê piştgirîkirina çand, huner û zimanê Kurdî di nav zarokan de ye.

Li gorî rêveber û serpereştên festîvalê, çar komên şanoyê beşdarî vê çalakiyê dibin û bi pêşkêşkirina gelek şanoyên cihêreng, huner û afirîneriya xwe nîşan didin.

Zarok û mamosteyên beşdar kêfxweşiya xwe ji vê festîvalê anîn ziman û diyar kirin ku şano awêneya civakê ye û dîmenên jiyanê bi awayekî hunerî li ser dikê şanoyê têne pêşkêşkirin.

Rêxistvanên festîvalê gotin ku mijara sereke ya îsal parastin û sepandina çand û zimanê Kurdî ye, da ku di Sûriyeya pêşerojê de cihê xwe yê bingehîn biparêze û bêtir pêşve biçe.

Di heman demê de, ev festîval wekî yekemîn festîvala zarokan a şanoyê li Kobaniyê tê nirxandin û hêvî heye ku di salên pêş de bibe platformek girîng ji bo pêşxistina şanoya zarokan û piştgirîkirina jêhatîbûnên hunerî yên nifşên nû.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ