DANÛSTANDINÊN AMERÎKA Û ÎRANÊ LI SWÎSREYÊ DEST PÊ KIRIN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Danûstandinên Amerîka û Îranê li Swîsreyê dest pê kirin; JD Vance serokatiya şandeya Amerîkî û Mihemed Baqir Qalîbaf jî dê serokatiya şandeya Îranê dike.

Pakistan û Qeter navbeynkariya danûstandinên li Swîsreyê dikin. Li gorî rapora medyaya Amerîkî, dê mijarên Libnanê û Tengava Hurmizê werin nîqaşkirin.

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance derbarê danûstandinên berdewam ên bi Îranê re daxuyanî da.

JD Vance di daxuyaniya xwe de da zanîn ku bernameya nukleerî ya Îranê dê bi dawî bibe û Tengava Hurmizê vebe.

Vance diyar kir ku di demjimêrên dawî de pêşketinên girîng çêbûne û got ku Trump destûr daye wan ku li ser gelek mijaran çareseriyên dîplomatîk bibînin.

Vance got ku armanca wan ew e ku bi rêya dîplomasiyê têkiliyên mayînde û aştiya li Rojhilata Navîn ava bikin.

Hat ragihandin ku danûstandinkarên Amerîkî û Îranî li Swîsreyê bi navbeynkariya Qeterê civînek sêalî li dar xistin.

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff û zavayê wî Jared Kushner, Serokê Parlamento û Şanda Danûstandinê ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Derve yê wî welatî Mihemed bin Ebdulrehman El Sanî û şandeyên pê re beşdarî danûstandinan dibin.

Çi bûbû?

Îran û Amerîkayê di 14ê Hezîranê de ragihandin ku wan bi navbeynkariya Pakistanê li ser peymaneke lihevtêgihîştinê ya ji 14 xalan pêk tê kiriye da ku şer rawestînin û pirsgirêkên xwe bi rêya danûstandinan çareser bikin.

Ev peymana lihevtêgihîştinê, ku wekî Peymana Îslamabadê tê zanîn, di 18ê Hezîranê de ji hêla Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan û Serokê Amerîkayê Donald Trump ve bi awayekî dîjîtal hat îmzekirin û ket meriyetê.

Peyman bendên wekî bidawîanîna şer, di nav de li Libnanê, vekirina Tengava Hurmizê û rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê li dijî Îranê dihewîne.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ