WEZARETA NAVXWE YA HERÊMA KURDISTANÊ FERMANA GIRTINA EHMED NECM Û BIJAR DEBAX DA

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê fermana girtina Serokê Borda Rêveberiyê ya KANAL8ê Ehmed Necm û pêşkêşkarê kanalê Bijar Debax da.

Li gorî nameyek fermî ya ku ji aliyê Wezareta Navxwe ve di 7/5/2026an de hatiye weşandin, fermana girtinê ji bo Ehmed Necm (Serokê Borda Rêvebriyê ya KANAL8ê) û Bijar Debax (pêşkêşvanê kanalê) hatiye derxistin. Ferman di medyayê û siyasetê de bertekên berfireh derxistiye holê.

Tawanbarî û qanûn

Nameya bi hejmara 13175 ji hemû rêveberiyên giştî yên hêzên ewlehiya navxweyî re hatiye şandin û tê de fermana girtina Ehmed Necmeddîn Îbrahîm Talebanî û Bijar Elî Enwer Efresiyab Debax li gorî madeya 2yan a qanûna bikaranîna xelet a telefonên desta hatiye dayîn. Her wiha wan daxwaz kiriye ku piştî girtina wan Dadgeha Lêkolînê ya Hewlêrê bên amadekirin.

Ev ferman dê bigihîje hemû parêzgehan

Piştî weşandina vê nameya Wezîrê Navxwe, di 18-5-2026an de, Rêveberiya Giştî ya Polîsan nameyeke din a fermî îmze kir ku ji hêla Lîwa General Tariq Ehmed, Rêveberê Giştî yê Polîsan ve hatiye îmzekirin û ji hemû rêveberiyên polîsan ên li Hewlêrê, Silêmanî, Duhok û Helebceyê re hatiye şandin. Di nameyê de daxwaza cîbicîkirina fermana girtinê hat kirin, da ku ew giştgîr û li seranserê herêmê derbasdar be.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ