KEMAL KILIÇDAROGLU DÊ SERDANA SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ BIKE
Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ
Serokê CHPyê yê bi biryara dadgehê vegerandî Kemal Kiliçdaroglu dê li girtîgeha Edirneyê serdana Selahattîn Demîrtaş bike.
Yek ji kesên nêzîkî Kemal Kiliçdaroglu Necdet Saraç, di bernameyek de li televizyona Haberturkê ragihand, di rojên pêş de dê Kiliçdaroglu biçe Edîrneyê bi armanca ku li girtigehê serdana Selahattîn Demîrtaş bike.
Saraç diyar kir, piştî serdanê jî Kemal Kiliçdaroglu dê di derbarê naveroka hevdîtina xwe daxuyaniyê bide.
Ev serdan di demekî de ye Kemal Kiliçdaroglu, di hevpeyvîneke televizyonê de ragihandibû ku, ji biryara rakirina parêzbendiya ser Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş poşman nîne û ev gotinên wî jî rastî bertekan hatibû.
Kanal8
3 DEMJIMÊR BERÊ