SEROKWEZÎRÊ BRÎTANYAYÊ DEV JI KARÊ XWE BERDA

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ragihand ku wî dev ji karê xwe berdaye.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmerê ku di sala 2024an de hatibû ser ekr, ragihand ku wî dev ji serokwezîriyê berdaye.

Starmer îro ragihand ku ew hem dev ji posta xwe ya Serokwezîr û hem jî ji serokê Partiya Karkeran berdide.

Serokwezîrê Brîtanyayê diyar kir ku wî ev biryar daye da ku welatê xwe yê delal bide pêşiyê û bi malbata xwe re wext derbas bike.

Li gorî BBCyê, Andy Burnham, yek ji cîgirên potansiyel ên Starmer, dê îro li Westminsterê piştî ku di hilbijartinên hefteya borî de bi ser ket, wek Endamê Parlamentoyê yê Makerfield sond bixwe.

Starmer gelek caran ji hêla Serokê Amerîkayê Donald Trump ve ji ber nedayîna alîkariyê di şerê Amerîka/Îsraîl-Îranê de hatibû rexnekirin.

Partiya Karkeran a Starmer di hilbijartinên herêmî yên 7ê Gulanê de jî gelek deng ji dest dabû.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ