MEDYAYA TIRKIYEYÊ: OZEL DÊ SIBE DU VEBIJÊRKAN BIDE KILIÇDAROGLU
Serokê CHPyê yê ji kar hatiye dûrxistin Ozgur Ozel dê sibê di civîna fraksiyonê de du vebijarkan pêşkêşî serokê CHPyê yê vegeriyayî Kemal Kılıçdaroglu bike.
Medyaya nêzîkî Ozgur Ozel got ku ger ew red bike ku partiyê ber bi kongreyê ve bibe, ew ê partiyek nû ava bike.
Rojnameya Sozcuyê ku nêzîkî Ozgur Ozel e, ragihand ku Ozel dê di civîna fraksiyonê ya CHPyê ya sibê de bang li Kemal Kiliçdaroglu bike û jê bixwaze ku an ji bo kongreyê dîrokek destnîşan bike an jî ew ê rêyên xwe ji hev veqetînin.
Li gorî rojnameyê, bersiva Kiliçdaroglu ya ji bo daxwaza Ozel dê bandorek diyarker li ser mijara dabeşbûna CHPyê bike.
Hejmarek kesayetên neçaverêkirî dê beşdarî civîna fraksiyonê ya CHPyê ya sibê bibin da ku piştgiriyê bidin Ozel û daxwaza wî.
Ozel û hevkarên wî bawer dikin ku divê kongreya CHPyê berî 20ê Tîrmehê were lidarxistin û ger heta wê tarîxê neyê lidarxistin, beşdarbûna partiyê di hilbijartinan de dê bikeve xeterê.
Sozcu dibêje Ozel û hevkarên wî dê heta wê rojê li bendê bimînin û her gavekê bavêjin, lê eger ew nikaribin ti encamekê bi dest bixin, ew ê serî li avakirina partiyek nû bidin.
Li gorî rojnameyê, navê partiya ku Ozel û hevkarên wî dê ava bikin ger Kiliçdaroglu red bike ku kongreyek li dar bixe, hatiye ragihandin.
Hefteya borî, îmzeyên 833 endamên kongreyê û daxwaza 171 kesên din ji serokatiya CHPyê re hatin şandin, lê Kemal Kilicdaroglu hemû derî li ser vê mijarê girt û got ku ew nikarin bi endamên kongreya 38an re biçin kongreyê.
3 DEMJIMÊR BERÊ