WEQFA HÊVÎ: LI TIRKIYEYÊ 30 MILYON ÇEKÊN BÊMOLET HENE
Li gorî rapora rêxistineke li dijî çekan û tundûtujiyê, li Tirkiyeyê 30 milyon çekên bêmolet hene.
Li gorî rapora Weqfa Hêviyê, ku rêxistineke sivîl e û li hember bikaranîna çekan û piştgirî kirina rêyên aştiyane ji bo çareserkirina pirsgirêkan xebatê dike, li seranserî Tirkiyeyê nêzî 4 milyon çekên bimolet hene ku milyonek ji wan çekan di destê hêzên ewlekariyê de û 3 milyon jî di destê welatiyên sivîl de ne.
Li gorî rapora Weqfa Hêviyê, li Tirkiyeyê 30 milyon çekên bêmolet jî hene û daye diyar kirin, li gorî amarên sala 2025an, xwebiçekkirin di aste takekesî de zêde bûye û tenê di heyama wê salê de 110 hezar û 470 çekên bêmolet hatine desteserkirin.
Weqfa Hêviyê di rapora xwe de diyar kiriye, di navbera salên 2014 heta 2026an de, 41 hezar û 420 bûyerên tundûtujiyê yên bi çekan hatine tomar kirin û di wan bûyeran de jî, 26 hezar û 29 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 38 hezar kes jî birîndar bûne.
Di raporê de hatiye eşkerekirin, ji ber ku li Tirkiyeyê bidestxistina çekan hêsan e, bûyerên weke pêvçun û şeredev û nakokiyan bi bikaranûna çekan bi dawî dibin.
2 DEMJIMÊR BERÊ