LI CEMXANEYÊN ENQEREYÊ ŞÎN Û MEHA MUHARREMÊ
Meha Muharremê îsal li Enqereyê bi liv û tevgereke mezin hat pêşwazîkirin. Bi boneya meha muharremê, Komkujiya Madimakê jî bi meşeke girseyî hat şermezarkirin.
Tê pêşbînîkirin ku ji gelheya giştî ya Enqereyê ku nêzî 6 milyon kes e, nêzî 800 hezar welatiyên Elewî li vir dijîn.
Nûnerên saziyên Elewiyan didin zanîn ku Meha Muharremê ne tenê meha birçîbûnê ye; ew di heman demê de lêgerîna dadperweriyê û bîranîna Şehîdên Kerbelayê ye.
Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Cuma Erçel da zanîn, ev meha xurtkirina hestên yekîtiyê, bihevrebûnê û parvekirinê ye û wiha pê de çû: Meha Muharremê ne tenê birçîbûn an jî danîna sifreyên fitarê yên bi rûmet e. Elewî vê mehê bi bêdengî û bi xwerû, bêyî ku serî li tu nîşandanan bidin pêşwazî dikin. Bi razîbûn û îradeya xwe, hewl didin ku nefsê xwe terbiye bikin û ji xirabiyan paqij bibin. Di vê pêvajoyê de, herî zêde jî hewl didin ku hestên bihevrebûn, piştgirî û parvekirinê bijîn û bidin jiyandin.
Îsal li Enqerê di nav çalakiyên meha muharremê de, Komkujiya Madimakê jî bi meşeke girseyî hat protestokirin.
Wekî tê zanîn 2ê Tirmeha 1993an de gelek rewşenbîr, hunermend û helbestvanên Elewî ji aliyê komeke mezin a olperestan ve li Otela Madimakê ya Sêwasê hatin şewitandin. Di encamê de 33 kes jiyana xwe ji dest dan.
Dêya Serkan Dogan Ferize Dogan lêgerîna xwe ya dadperweriyê wiha qîr dike: Em 33 sal in heman êşê dikişînin. Heta ku ev doz bi temamî bi encam bigre û kujer cezayê ku heq kirine bixwin, em ê vê êşê bikişînin. Êşa me tu carî kêm nebû. Sal derbas bûn, lê barê windahî û bêedoletiya ku em tê de jiyan, hîna li ser milên me ye.
Çalakiyên li Enqereyê, di nava daxwazên ji bo ronîkirina dîrokê û zindîgirtina peyama aştî û piştgiriyê ya Meha Muharremê de berdewam dikin.
3 DEMJIMÊR BERÊ