VANCE: TENGAVA HURMIZÊ VEKIRÎ DIMÎNE
Vance diyar kir ku wan di danûstandinên dawiya hefteyê de bi Îranê re pêşveçûnek pir baş bi dest xistine û wan bingehek baş ji bo “peymanek dawîn a serketî” danîye.
Vance berî ku ji Burgenstock a Swîsreyê ya ku li wir bi beşdariya navbeynkarên Pakistan û Qeterê, derbarê bicîhanîna peymana lihevtêgihîştinê ya di navbera Amerîka û Îranê de hatibû îmzekirin, biçe daxuyanî da.
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance, diyar kir Tengava Hurmizê vekirî dimîne û da zanîn ew ê vegere Dewletên Amerîkayê lê tîmên teknîkî dê di bin çavdêriya pêwîst de ji bo “bidestxistina armancên girîng” xebata xwe bidomînin.
Bihayê gaz û petrolê dadikevin
Vance diyar kir ku bihayên gaz û petrolê dest bi daketinê kirine û bi mîlyonan bermîl petrola xav û gaza xwezayî dest bi herikîna di Tengava Hurmizê re kirine û got ku ew dixwazin navendeke hevrêziyê ava bikin da ku Tengava Hurmizê ji mayînan paqij bikin.
Vance got, “Me dixwest mekanîzmayeke hevrêziyê ava bikin da ku dema nakokî derkevin holê, em bikaribin bi hev re ji bo dîtina çareseriyan bixebitin li şûna ku em bihêlin ew zêde bibin û me duh tam ev kir.”
Vance diyar kir ku ew dixwazin û “mekanîzmayeke pêşîlêgirtina pevçûnan" li herêmê ava bikin û ev yek jî pêk anîne û got: Ger gulebaran bibe, ger Hizbullah Îsraîlê gulebaran bike, an jî ger Îsraîl bersivê bide, ger pevçûnên din li herêmê derkevin holê, em dikarin bi hev re biaxivin û bibînin ka em çawa dev ji gulebaranê berdin, çawa herêmê ewletir bikin, çawa hevalbendên xwe û her kesî biparêzin.”
Şandeya IAEA ji nû ve hat vexwendin
Vance diyar kir ku aliyê Îranî vexwendina pişkînerên Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) pejirandiye û vê yekê wekî “xalek girîng û tiştek ku Amerîkiyan herî zêde kelecan kiriye” bi nav kir.
Vance da zanîn ev “gava yekem ber bi bidawîhatina daîmî ya bernameya çekên nukleerî ya Îranê ve ye.”
Gelo aliyê Îranê gefa paşvekişandinê xwar?
Vance diyar kir ku ew ji gefên civaka navneteweyî yên derbarê vekişîna Îranê ji danûstandinan de haydar in û got, “Belê, (aliyê Îranî) gef xwar ku dê vekişe.”
Vance diyar kir ku danûstandin heta piştî saet 1:00ê sibê berdewam kirin, û got, "(Aliyê Îranî) ji danûstandinan venekişiya û tîma wan a teknîkî niha bi tîma me ya teknîkî re dixebite."
Mijara Libnanê
Vance tekez kir ku yekparçeyiya xakî û serweriya Libnanê dê were parastin, û diyar kir ku ew bawer dikin ku gihîştina xalek ku ewlehiya Îsraîlê were misoger kirin “Dê gelek xebat hewce bike.”
Vance tekez kir ku ew dixwazin “hevrêziya guncaw” li ser mijara Libnanê misoger bikin û got, “Ew ê hewceyê hevrêziya bi hêzên çekdar ên Libnanê re be û her weha Îran dê hewce bike ku Hizbullah kontrol bike. Ev celeb tişt in ku me duh li ser axivîn, û ez dubare dikim, ez difikirim ku me ji 24 demjimêr berê pirtir pêşveçûn kiriye.”
2 DEMJIMÊR BERÊ