DÎROKA YASAYA JI BO PÊVAJOYÊ CIHÊ NÎQAŞAN E

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Parlamenterekî DEM Partiyê ji KANAL8ê re ragihand ku her çiqas partiya wan zextê dike ku qanûn di meha Tîrmehê de derkeve jî dibe ku biryara dawî ji bo meha Cotmehê bibîne.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, 21ê Hezîranê de di bernameya "Dibistana Siyasetê" ya ku bi hevkariya Yekîtiya Xwendekarên Tirk a Neteweyî û Zanîngeha Stenbolê hat lidarxistin de, li ser pêvajoya çareseriyê de û nexşeya rê ya qanûnî de axifî.

Kurtulmuş diyar kir ku heke rêxistin bi temamî xwe hilweşîne û çekan dayne, Parlamento dê ji bo misogerkirina yekbûna civakî di demek herî nêz de gavan bavêje û qanûnên nû amade bike.

Girêdayî axaftinên Kurtulmuş, parlamenterekî DEM Partiyê ji KANAL8ê re ragihand ku  her çiqas partiya wan zextê dike ku qanûn di meha Tîrmehê de derkeve jî, rayeke pir xurt heye ku nîqaş û biryara dawî ya vê qanûna krîtîk bimîne meha Cotmehê, yanî serdemê nû yê qanûndaniyê.

Li gorî agahiyen dawî ji  ber ku wext pir kêm maye, di warê teknîkî de ne gengaz e ku qanûneke wisa berfireh û krîtîk di Lîjneya  Giştî de bi hûrgulî bê nîqaşkirin. Tê plankirin ku pêşnûmeya qanûnê beriya betlaneyê pêşkêşî parlamentoyê bê kirin, lê dengdan û pejirandina fermî di Cotmehê de, piştî vebûna parlamentoyê pêk bê.

Paşperdeya siyasî nîşan dide ku hikûmet gavên hiqûqî rasterast  li qadê ve girê dide. Li gorî îdîayan, Enqere dixwaze ku beriya derketina qanûnê, rêjeya amadekariya çekdanînê ya li çiyan herî kêm bigihîje %80ê.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ