LI DÊRIKÊ DAYIK Û ZAROKA WÊ HATIN KUŞTIN

Stêra Nebî 4 DEMJIMÊR BERÊ

Li Dêrika Rojavayê Kurdistanê kesekî êrişî malekê kir û dayik û zaroka wê hatin kuştin.

Nûçegihana KANAL8ê ragihand, duh şev li bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê kesekî ku nasnameya wî nediyar e êrişî malbatekê kir. Di êrişa wî de dayik û zarokeke xwe hatin kuştin; bav û zarokeke din jî birîndar bûn.

Nûçegihana KANAL8ê ragihand, duh şev li taxa Sor a bajarê Dêrikê kesekî bi ser malekê de girt û gule li kesên di nav malê de reşand.

Li gorî agahiyên nûçegihanê, di gulebaranê de jina bi navê Hesna Newaf Omera 35 salî û zaroka wê Nalîn Xelîl Hesama 6 salî hatin kuştin.

Heta niha nasnamya êrişkarî nehatiye zelal kirin û birîndarên bûyerê jî jo bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn li cihê bûyerê lêkolîn dane destpêkirin û heta niha jî sedema êrişê nehatiye zelalkirin.

Heya niha sedemên bûyerê û nasnameya êrişkar nehatin naskirin.

Stêra Nebî

4 DEMJIMÊR BERÊ