SEROKÊ ŞAREDARIYA ADALAR’Ê HAT GIRTIN
Di çarçoveya lêpirsîna li ser şaredariyên CHP ve tên birêvebirin de, tevî Şaredarê Adalara Stenbolê 35 kes hatin girtin.
Biryara girtina 35 kesan piştî lêpirsîna dadwerî ya ku tevahiya şevê dom kir, di saetên serê sibê de hat ragihandin.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser şaredariyên CHPyê de tevî Şaredarê Adalarê Alî Ercan Akpolat 35 kesên ku di 19ê Hezîranê de hatibû binçavkirin, hatine girtin.
39 kesên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên wan ên li qereqola polîsan, duh ji Dadgeha Anadolu ya Stenbolê re hatin veguhastin. Piştî temamkirina lêpirsîna wan ji aliyê dozgeriyê ve, tevî Akpolat 35 kes, bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha sulhê hatin kirin, 4 kesên din jî bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgeha sulhê hatin kirin.
Dozên ku ji hêla sê dadgehên cuda ve hatin birêvebirin, tevahiya şevê berdewam kirin. Biryar derdora saet 5:00ê sibê hatin ragihandin. Dadgehan biryara girtina 35 kesan da, di nav wan de Şaredarê Şaredariya Adalar, Ali Ercan Akpolat jî hebû.
Di nav kesên ku hatine girtin de rêveber û karmendên beşên cûda yên Şaredariya Adalar hene. Di nav kesên ku hatine girtin de Cîgirên Şaredarê Şaredariya Adalar Huseyîn Yilmaz û Firat Durak, Rêvebera Lîsansê Funda Yalçinkaya, Mudîrê Moletê yê Şaredariyê Îlyas Bayram, Rêvebera Plankirinê û Endezyarê Jeofîzîkî Neslîhan Alniak, û endamên meclîsa şaredariyê Yavuz Çîftçîoglu û Mehmet Nurî Kaya hene.
Kesên ku di çarçoveya lêpirsîna şaredariya Adalar de hatine binçavkirin bi tometên mîna 'bertîl', 'desteserkirina pereyan', 'di belgeyên fermî de sextekarî', 'avakirin û birêvebirina rêxistinekê ji bo kirina sûcan', 'binpêkirina Qanûna Jimare 2863 ya li ser Parastina Mîrata Çandî û Xwezayî' û 'bikaranîna xirap a erkê' hatin girtin.
3 DEMJIMÊR BERÊ