ROJNAMEYA TIRKIYEYÊ: NE GENGAZ E QANÛN MEHA BÊ WERE DERXISTIN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Rojnameya Tirkiyeyê got, qanûna li ser pêvajoyê heta ku PKK bi tevahî çekên xwe deyne nayê pejirandin û ev mijar di rewşa herî baş de dê di dawiya Tîrmehê de bikeve meriyetê.

Her çiqas Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxwaz dike ku qanûnek berî bêhnevedana parlamentoyê were derxistin û hejmarek berpirsên payebilind israr kirin ku qanûn dê di demek nêzîk de were derxistin lê rojnameya alîgirê hikûmetê ya Tirkiyeyê ragihand ku şansê pejirandina qanûnek çarçoveyî berî bêhnvedana parlamentoyê kêm dibe.

Rojname dinivîse ku di hevdîtinên di navbera partiya desthilatdar AK Partî û DEM Partiyê de, hatiye gotin ku pêvajoya bêçekkirinê nehatiye piştrastkirin û heta ku bêçekkirin neyê kirin, derxistina qanûnê ne guncaw e.

Rojnameya Tirkiyeyê dibêje ku çavkaniyên AK Partiyê jê re gotine ku ew ê li ser bêçekbûna tevahî israr bikin û ne tiştekî din. Her wiha gotine, “Çend erk hene ku divê PKK bicîh bîne. Ji ber ku qada siyasî tiştê ku divê bike kiriye.”

Çavkaniyên AK Partiyê gotin ku her çend PKK dibêje ku bêçekbûn dê berdewam bike jî, lê ti gavên berbiçav neavêtine û ne diyar e ku kê çek danîne û çend endaman çek danîne. Çavkaniyan gotin, “Saziyên dewletê yên têkildar şandinê piştrast nekirine.”

Rojnameyê ji çavkaniyên ewlehiyê ragihand, “Bêçekbûn ne di asta pêwîst de ye,” û destnîşan kir ku di hefteyek an du hefteyên bê de dibe ku pêşketinên nû çêbibin.

Çavkaniyên ewlehiyê gotin ku eger bêçekkirin bileztir bibe, guhertin dikarin di meha Tîrmehê de werin nîqaşkirin, lê vê yekê wekî îhtîmalek qels dibînin.

Çavkaniyên AK Partiyê ji rojnameyê re gotin: Parlamento dikare heta dawiya Tîrmehê bixebite û hefteya yekem a wê mehê ji ber civîna bilind a NATOyê dê nexebite. Ger pêvajoya bêçekkirinê bileztir bibe, qanûn tenê dikare di hefteya dawî ya Tîrmehê de were pejirandin.

Nûçegihana KANAL8ê jî derbarê derxistina yasayê de pêştir ragihandibû ku çavkaniyan diyar kirine, ger di meha Tîrmehê de yasa bê rojevê jî dibe ku erêkirina wê heta meha Cotmehê bimîne.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ