EKMEN: EV XEBAT DOSYEYÊN SALÊN 90AN NAGIRE NAV XWE

Sidar Basut 3 DEMJIMÊR BERÊ

Li Tirkiyeyê kuştinên kiryar nediyar di rojeve de ne; lû gumanên li ser salên 90an berdewam in.

Mijara kuştin û sûcên kiryarên wan nediyar li Tirkiyeyê yek ji rojeva sereke ye. Parlamenterê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen ji bo ronîkirina dosyayên kiryarên wan nediyar ên salên 90an de pirsnameyek pêşkêşî Wezareta Dadê kir. 

Wezareta Dadê: Em Derfetên Xwe Seferber Dikin

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek, derbarê xebatên nû de daxuyaniyek da û ragihand ku di bin banê Midûriyeta Giştî ya Karên Cezayê de “Serokatiya Daîreya Lêkolînkirina Sûcên Kiryarên Wan Nediyar” hatiye avakirin.

Gurlek diyar kir ku ev daîre dosyayên ku wijdana gel birîndar kirine yek bi yek ji nû ve dinirxîne û wekî mînak geşedanên li Agirî û Batmanê nîşan dan.

Di dosyaya ku ji sala 2013an vir ve dihat meşandin de, bi rêbazên analîzê yên rojane qeydên HTS û bazê hatin lêkolînkirin. Li gorî delîl û şahidên nû, piştî 13 salan gumanbar hatin binçavkirin.

Mehmet Emin Ekmen: Ev xebat dosyayên salên 90an nagire nav xwe

Parlamenterê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen derbarê mijarê de ji KANAL8ê re axivî û sînorên vê yekîneya nû nîqaş kir. Ekmen bal kişand ser rêbazên hiqûqî yên li Tirkiyeyê û diyar kir ku mafê Wezareta Dadê yê rasterast meşandina lêpirsînê nîne, tenê dikare piştgiriya teknîkî bide dozgeriyan.

Ekmen her wiha destnîşan kir ku gava behsa “kuştinên kiryarên wan nediyar” tê kirin, yekser kuştinên ku di salên 1990an de li bajarên wekî Êlih, Amed, Mêrdîn, Farqîn û Sêrtê qewimîne tên bîra mirovan. Ekmen anî ziman ku wî der barê çarçoveya van xebatan de pirsnameyek daye Wezaretê lê hêj bersiv negirtiye.

Ji daxuyaniyên Wezaretê em fêm dikin ku dosyayên ku li vir mebest jê tê girtin, bêtir nêzî 650 dosyayên di şiklê dozên adlî de ne. Ji ber vê yekê, ne pêkan e ku em bêjin ev daîreya nû li ser cînayetên kiryarên wan nediyar ên di salên 1990an de xebateke taybet dimeşîne. Em hêvî dikin ku di pêşerojê de xebateke taybet bê kirin ku dosyayên wê serdemê jî bi berfirehî bên lêkolînkirin.

Sidar Basut

3 DEMJIMÊR BERÊ