BIHAYÊ VEGUHASTINA RÊWIYAN DI NAVBERA HESEKÊ Û ŞAMÊ DE HAT ZÊDEKIRIN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Kampanyayên veguhastinê bihayê rêwîtiyê di navbera Hesekê û Şamê de zêde kirin.

Bandoriya zêdebûna bihayê sotemeniyê li Rojavayê Kurdistanê roj bi rojê zêde dibe, di vê çarçoveyê de, kampanyayên veguhastinê piştî zêdebûna buhayê sotemeniyê, buhayê rêwîtiyê di navbera Heseke û Şamê de zêde kirin.

Kampanyayên veguhastinê ragihandin ku,  buhayê rêwîtiyê di navbera Qamişlo û Dîmeşqê de bibe 290 hezar lîreyên Sûrî.

Kampanyayên veguhastinê di derbarê buhayê veguhastinê di nava bajarên parêzgeha Hesekê de jî diyar kirin ku, dê buha li gorî  kîlometreyan werin hesab kirin.

Buhayên nû ji bo veguhastina rewiyan dê ji roja 25 ê Hezîranê ve bikeve meriyetê.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ