DEMÎRTAŞ DÊ SERDANA KILIÇDAROGLU QEBÛL NEKE
Hat ragihandin ku Selahattîn Demîrtaş, derbarê daxwaza Kemal Kiliçdaroglu ya hevdîtinê de gotiye, "Min di vê mijarê de tu agahî rasterast negirtiye. Her çiqas ew bi min re têkilî dayne jî, ez ê bi wî re hevdîtinê nekim."
Yek ji kesên nêzîkî Kemal Kiliçdaroglu Necdet Saraç, di bernameyeke Haberturkê de ragihandibû, di rojên pêş de Kiliçdaroglu fdê biçe Girtîgeha Edîrneyê û serdana Selahattîn Demîrtaş bike.
Kiliçdaroglu di bernameyeke televîzyonê de li ser rakirina parêzbendiya Demîrtaş gotibû ku ew ji bo dengdana rakirina parêzbendiya Demîrtaş ne poşman e.
Ajansa Mezopotamyayê ragihand, Demîrtaş di pêwendiyek telefonê de bi malbata xwe re, derbarê daxwaza Kiliçdaroglu ya hevdîtinê de gotiye, “Min di vê mijarê de ti agahî rasterast negirtiye. Her çiqas ew bi min re têkilî dayne jî, ez ê bi wî re hevdîtinê nekim.”
Her wiha hat ragihandin ku Demîrtaş diyar kiriye ku wî rasterast ti agahî fermî negirtiye.
Parêzerên Demîrtaş jî tekez kirin ku hevdîtin pêk nayê.
3 DEMJIMÊR BERÊ